Tirkiyê cardinê Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i307618-tirkiyê_cardinê_herêma_kurdistana_iraqê_bombebaran_kir
Balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê cardinê navçên xelknişîn û bilindahiyên navça Şiladizê li parêzêgeha Dihokê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2019 14:55 Asia/Tehran
  •  Tirkiyê cardinê Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kir

Balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê cardinê navçên xelknişîn û bilindahiyên navça Şiladizê li parêzêgeha Dihokê bombebaran kirin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, malpera nûçan a Roj News`ê, raghand ku îro piştî nîvro artêşa Tirkiyê navçên xelknişîn û çiyayên  Kore Jaro li navça Şialdizê ser bi parêzgeha  Dihokê bi tundî dane ber êrişa hewayî.

 Li gor nûçeyê ev bombebaran bo mideha çend sietan dewam kiriye û gelek xisaret li navçên xelknişîn û çiyayên vê navçê xistine û hîn lêzanînên eseh li bara asta xisaretên muhtemel ên wê tine.

 Ji aliyê din ve malpera nûçan a şar Press`ê jî raghand ku duh jî balefirên cengê yên tirk gundê Bakormanê li navça zêbariyê li parêzgeha  Dihokê bombebaran  kirin û trimbêlek ku têde 4 welatiyên sivl hebûne lê xisarên  wê yên muhtemel hîn kivş nebûne.