Pêgirîya Serokê Herêma Kurdistanê ser parastina azadîyên dînî li vê wê Herêmê
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di peyamekê de pêgirî ser prastin û berfirekirina azadîyên dînî li Herêma Kurdistanê û piştgirîya ji gorîyên şîdetên dînî kir.
Ligorî rapora Malpera Sharpress`ê, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li peyamekê li şebekeya civakî ya Tewitterê bi boneya rêzgirtina li gorîyên şîdetên dînî li cîhanê, ragihand ku Herêma Kurdistanê hewildana jibo parastin û berfirekirina aazadîyên dînî didomîne.
Wî di wê peyamê de pêgirî kir: "Herêma Kurdistanê jibo kesên ku li ber zilm û sitemê revîne, weke beheşteke aram û ewleh e û dê wiha jî bimîne."
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ku li Herêma Kurdistanê pişta azadîyên dînî hatîye girtinê û jibo berfirekirina wan azadîyana hewil tê dayînê.
Şayanî gotinê ye ku ligorî qanûnên Herêma Kurdistanê, peyrevên dînên curbicur di çarçova Herêma Kurdistanê de di warên cihanîna kar û rismên dînî û hewildana jibo berfirekirin û teblîxa jibo dînê xwe da azad in û di dema êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê û şîdeta dijî kêmîneyên dînî li Iraqê, gellek Aşûrî, Mesîhî û Êzidî û hwd hawara xwe birin Herêma Kurdistanê û li wir hatin bicihkirinê.