Hezîran 11, 2021 15:00 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşên Tirkiyê 38 gund li bakurê Iraqê hatine valakirin

Rayedarekî Parlimana Herêma Kurdistanê got: Li pey êrîşên artêşa Tirkiyê 38 gund li bakurê Iraqê hatine vakirin û gele zevî hatine şewitandin.

Rayedarekî Parlimana Herêma Kurdistanê got: Li pey êrîşên artêşa Tirkiyê 38 gund li bakurê Iraqê hatine vakirin û gele zevî hatine şewitandin.

Li gorî rapora malpera Rûdawê, Rêvîng Herûrî Serokê Komîsiyona Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro îniyê got: Şêniyên navçeyên bakurê Iraqê li pey êrîşên asimanî û bejahî yên artêşa Tirkiyê ketine rewşeke pirr dijwar û neçar mane ku terka mal û warê xwe bikin.

Wî destnîşan kir: Artêşa Tirkiyê vê dawiyê heşt baregehên nû jibo xwe li Herêma Kurdistanê ava kirine.

Herûrî got: Di operasiyonên dawî da 17 gund li navçeya Derkarê, 14 gund li Batîfayê û heft gund li Kanî Masiyê hatine valakirin û şêniyên wan daxwaza qerebûyê kirine.

 

 

Serepeyv