-
Çêkirina pêgehekî nû yê amerîkiyan li başûra Mûsilê
Sibat 26, 2017 01:17Piştî serketinên zav ên hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê li derûdora Mûsilê, hêzên amerîkî jî li navçên curbicur ên vî bajarî dest bi avakirina pêgehan ji bo xwe kirin.
-
Dewama pêşketina hêzên iraqî li bakûra vî welatî
Sibat 25, 2017 17:27Hêzên gelanî yên Iraqê li dewama pêşketinên xwe li bakûra vî welatî karîn navçên El-Ebreya biçûk, El-Ebreya navîn û gundê El-Ezîzê li rojhilata Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.
-
Hevdîtina wezîrê karên derve yê Erebistanê tev serokwezîrê Iraqê
Sibat 25, 2017 17:24Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê ku piştî nîvro ya îro gihêşte Bexdayê tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî.
-
Berteka nûnerên parlemana Iraqê li hemberî sefera bişik û guman a wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bexdayê
Sibat 25, 2017 15:51Gelek ji nûnerên parlemana Iraqê li hemberî sefera wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bexdayê bertek nîşan dan, bi curekê ku hinek ji nûnerên parlemana Iraqê hêviya xwe dane diyarkirin ku ev sefera bibe sebeba hevkariya Riyazê û Bexdayê li şerê dijî terorîzmê û hinek ji nûneran jî ragihandin ku ev sefera bişik û guman e.
-
Idiaya nû ya Erebistanê li bara istiqrara Iraqê
Sibat 25, 2017 14:40Wezîrê karên derve yê Erebistanê ku vê sibê bi serdaneke nişkêve giheşte Bexdayê, li hevdîtina ligel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê idia kir ku welatê wî amade ye alîkarîyê bide pêkanîna istiqrarê li deverên azadbûyî yên Iraqê.
-
Daxwaza UNESCO`yê ji civaka cehanî jibo vejîyandina mîrasa çandî ya Iraqê
Sibat 25, 2017 13:24Sazîya Perwerde, Zanist û Çandê ya NY (UNESCO) ji civaka navnetewî xwet ku jibo vejîyandina mîrasa çandî ya Iraqê ku tûşî kavilkarîyê bûye, hevkarîyê bikin.
-
Wezîrê karên derve yê Erebistanê diçe Bexdayê
Sibat 25, 2017 08:13Wezîrê karên derve yê Erebistanê îro anku şemiyê ji bo hevdîtina digel rayedarên iraqî diçe Bexdayê.
-
Sê gund li rojavaya Mûsilê hatin rizgarkirin
Sibat 25, 2017 04:19Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî roja îniyê sê gund li derdora bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê azad kirin.
-
Fermana serokwezîrê Iraqê jibo êrişa ser baregehên DAIŞ`ê li Sûrîyê
Sibat 24, 2017 14:09Serokwezîrê Iraqê ferman da hêzênb hewayî yên vî welatî ku êrişî baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li nav Sûrîyê bikin.
-
Hêzên iraqî derbasî yekemîn taxa beşa rojavaya Mûsilê bûn
Sibat 24, 2017 13:42Di şeşemîn roja opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê da, hêzên artêşa Iraqê karîn derbasî yekemîn taxa beşa rojavaya vî şarî bibin. Artêşa Iraqê radigihîne, di encama pevçûnên 24 sietên buhurî da herîkêm 70 têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştinê.