Wezîrê karên derve yê Erebistanê diçe Bexdayê
Sibat 25, 2017 08:13 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Erebistanê îro anku şemiyê ji bo hevdîtina digel rayedarên iraqî diçe Bexdayê.
Li gorî rapora El Meyadînê, Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê dê îro anku şemiyê digel rayedarên iraqî li Bexdayê hevdîtin bike û wê bi wan ra li bara alûgorên şerê dijî DAIŞ`ê û bûyerên navçeyê gotûbêj bike.
Ji sala 2003`an va eva cara yekem e ku wezîrekî karên derve yê Erebistanê sefera Iraqê dike.