-
Dengê Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Iraqê ser xêra alîgirên lidarxistina hilbijartinan
Çile 21, 2018 10:16Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Iraqê wek lêvegera herî girîng a şirove û ravekirina destûra bingehîn a vî welatî îro nîqaşa têkildarî dema lidarxistina hilbijartinan kuta kir û ragihand ku dema ji bo lidarxistina hilbijartinan hatîye kifşkirinê nayê guhertin û bi vî awayî dengê xwe ser xêra alîgirên lidarxistina hilbijartinan da.
-
Pûçkirina opêrasyona DAIŞ`ê li deverên curbicur ên Iraqê
Çile 21, 2018 13:31Wezareta karên hundur a Iraqê ragihand ku herîkêm 25 opêrasyonên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Bexdayê û parêzgehên başûra vî welarî hatine pûçkirin.
-
Malikî: Paşdaxistina hilbijartinan, dê Iraqê tûşî qeyrana sîyasî bike
Çile 21, 2018 13:24Nûrî Malikî alîkarê yekem ê serokomarê Iraqê paşdaxistina hilbijartinên parlimana vî welatî sedema ketina vî welatî nav qeyraneke sîyasî zanî û xwest ku hemî komên sîyasî ji bo lidarxistina wan di dema kifşkirî de hevdeng bibin.
-
Neyarîya Dadgeha Federal a Iraqê li hemberî paşdexistina hilbiajrtinên parlemanî
Çile 21, 2018 13:24Dadgeha bilind a federala Iraqê roja yekşemiyê paşdexistina hilbijartinên parlemanî neqanûnî da zanîn û ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan li dema kivşkirî sekinî.
-
Wezîrê karên derve yê Tirkîyê giheşte Iraqê
Çile 21, 2018 12:06Wezîrê karên derve yê Tirkîyê giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.
-
Tekîda Ebadî ser parastina wehdet û yekparçetiya Iraqê
Çile 21, 2018 11:31Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev Niçîrvan Barzanî serokwezîrê îdara xwecî ya herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê ser parastina wehdet û yekparçetiya Iraqê sekinî.
-
Li hevdîtina digel Barzanî, Pêgirîya Ebadî ser serdestîya tam a Bexdayê li Herêma Kurdistana Iraqê
Çile 20, 2018 17:34Nivîsengeha Serokwezîrê Iraqê piştî civîna îro ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistana vî welatî Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ebadî teqezî li ser yekperçeyiya axa Iraqê kiriye.
-
Civîna bê encam a Parlimana Iraqê li ser kivşkirina dema lidarxistina hilbijartinan
Çile 20, 2018 15:13Civîna Parlimana Iraqê li ser kivşkirina dema lidarxistina hilbijartinên tê, ji ber derketina hejmarek ji nûneran bê encam ma û hilkolandina vlê mijarê ma bo sibê.
-
Şêwirîna Ebadî û Barzanî li Bexdayê
Çile 20, 2018 14:44Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, li ser alûgorên vê dawiyê yên navçê û qeyrana ku di navbera Bexda û Hewlêr.ê de pêk hatiye şêwirîn.
-
Parlemantereka Iraqî li bara hewldana Emerîkayê ji bo mudaxila li hilbijartinên pêşerojê hişyarî da
Çile 19, 2018 14:36Endama parlemana Iraqê hişyarî da ku balyozxana Emerîkayê jibo mudaxila li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê li meha Gulanê, 6 şêwirmendên emerîkî bi mehna alîkariya bo komîsyaryayê bilind ê hilbijartinên Iraqê tîne vî welatî.