-
Zêde ji 50 hêzên ewlehiyê yên iraqî li xwenîşandanên Kerbelayê birîndar bûn
Tîrmeh 17, 2018 08:32Wezîrê karên hundur ê Iraqê, îro sêşemê ragihand: Li xwsenîşandan û nerizamendiyên duh ên li parêzgeha Kerbelayê, herî kêm 51 hêzên ewlehiyê yên iraqî birîndar bûn.
-
Ebadî: Hinek bi dû derbelêdana li abûra Necefê ne
Tîrmeh 17, 2018 09:09Serokwezîrê Iraqê got: Hinek bi kiryarên xwe yên kavilker bi dû derbelêdana li abûra Necefê ne.
-
Girtina sebebkarên alozî û nearamiyên li parêzgehên başûra Iraqê
Tîrmeh 16, 2018 16:40Dezgehên ewlehiyê yên Iraqê, operasyoeke berfireh bona şopandin û girtina endamên alozîçêker li parêzgehên başûr û navenda vî welatî destpê kirin.
-
Fuad Mesûm ser cihanîna xwestekên gelanî yên parêzgehên başûrê Iraqê sekinî
Tîrmeh 16, 2018 13:33Piştî nerazîbûnên gelanî li parzêgehên başûrî yên Iraqê, taximek ji eşîretên iraqî tev serokkomarê vî welatî hevdîtin pêk anî û li bara alûgurên Besrayê gotûbêj kirin.
-
Serneketina hewildana DAIŞ`ê ji bo pêkanîna komployê li parêzgeha Nêynewaya Iraqê
Tîrmeh 16, 2018 12:52Yek ji berpirsên herêmî yên bajarê Mûsilê li bakurê Iraqê ragihand: Komploya hisabên sexte yên ser bi koma têrorîst a DAIŞ`ê li nav torên civakî bi armanca pêkanîna komployê li Iraqê têk çû.
-
Pevçûna navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û xwenîşanderan li bajarên başûrê vî welatî
Tîrmeh 16, 2018 07:33Di dewama nerazîtî û xwenîşandana li bajarên başûrê Iraqê ku hevrê digel êrîşa kesên nenas li ser navendên dewletê û xerakirina malên gelemperî bû, navbera hêzên ewlehiyê û hejamreka xwenîşanderan pevçûn derket.
-
Ebadî: Sekinîna li hemberî her cure êrişek ser navend û saziyên dewletî pêwîst e
Tîrmeh 16, 2018 06:27Serokwezîrê Iraqê Yekşemêş ev bal kişande ser viya ku sekinîna li hemberî her cure êrişek ser navend û saziyên dewletî pêwîst e û ji hêzên ewlehiya vî wlatî xwest ,li dewsa gulleyan ji emrazên din bona peratekirina xwenîşanderan sûdê werbigirin.
-
Beşek ji hêzên iraqî ji Kerkûkê vekişiyan
Tîrmeh 15, 2018 17:13Berpirsekî YNKê ragihand, beşek ji hêzên Iraqê ji Kerkûk û Xurmatû hatine vekişandin û bo derdora Bexda û başûrê Iraqê hatine birêkirin. Wî berpirsê YNKê, sedema vekişandina hêzên iraqî bo berfirehbûna xwepêşandanan li bajarên başûr û nawerast a Iraqê vegerand.
-
Li Besrayê di xwepêşandanê de 2 kes hatin kuştin
Tîrmeh 15, 2018 10:47Di encama pevçûna navbera polîs û xwepêşanderan de li bajarê Besrayê ya başûra Iraqê 2 kes hatin kuştin.
-
Li hemî deverên Iraqê tûrên civakî bi taybet Facebook hatin astengkirin
Tîrmeh 15, 2018 07:54Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistana Iraqê Ûmîd Mihemed ragihand, ku bi biryareke hikûmeta Iraqê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê înternet hatiye girtin û tûrên civakî yên wek facebook hatine astengkirin.