-
Piştî xwepêşandanan Ebadî fermaneke heft bendî weşand
Tîrmeh 15, 2018 02:54Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî xwepêşandanan ji bo çareseriya pirsgirêkên xelkê fermaneke heft bendî weşand. Li vê çarçovê de Ebadî biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.
-
Hadî Amêrî bi Seyd Emar Hekîm re li Bexdayê hevdîtin pêk anî
Tîrmeh 14, 2018 16:05Serokê tevgera Hikmeta Netewî ya Iraqê, roja îniyê bi serokê Hevalbendiya Fethê re hevdîtin pêk anî.
-
Hevalbendiya Feth: Me tu sozek têkildarî Kerkûkê nedaye Kurdan
Tîrmeh 14, 2018 13:35Berdevkê Hevalbendiya Fethê ji hebûna hevhatineka pirr baş di navbera vê hevalbendiyê û hevalbendiyên Dewleta Qanûnê, El Nesr, Hêzên Sune û Partiyên kurdistanî de agahî da lê soza bo Kurdan a têkildarî Kerkûkê derew da zanîn.
-
Hejmara gorîyên xwenîşandanên li Iraqê giheşte 2 kuştî û 61 birîndarî
Tîrmeh 14, 2018 11:24Berpirsekî wezareta karên hundur a Iraqê ragihand ku hejmara gorîyên xwenîşandanên li parêzgehên curbicur ên vî welatî giheşte 2 kuştî û 61 birîndarî.
-
Êrişa neraziyên iraqî ser meqera hejmarek ji partiyên vî welatî
Tîrmeh 14, 2018 08:31Medya iraqî vê sibê li bara êrişa hejmarek ji neraziyan ser meqera hejmarek ji partiyên iraqî li Mîsanê li başûr û Necefê li navenda vî welatî agahî dan.
-
Amerîka baregeheka nû ya leşkerî li rojavaya Enbarê ava dike
Tîrmeh 14, 2018 06:34Berpirsekî herêmî li parêzgariya Enbarê li rojavaya Iraqê qala hewildana hêzên amerîkî ji bo avakirina baregeha leşkerî li navçeyên rojhilata vê parêzgehê kir.
-
Lidarxistina civîna awarte ya ewlehiyê bi serokatiya Ebadî
Tîrmeh 14, 2018 06:30Nivîsgeha serokwezrê Iraqê li bara pêkanîna civîna awarte ya komîsyona wezîrên ewlehiyê yên vî welatî bi serokatiya Heyder Ebadî ji bo hilkolandina rewşa ewehiyê li başûrê Iraqê agahî da.
-
Destpêbûna operasyona hêzên iraqî dijî DAIŞ`ê li rojhilata Selahedînê
Tîrmeh 13, 2018 16:45Hêzên iraqî operasyona xwe ya leşkerî dijî bargeh û endamên ser bi koma terorîst a DAIŞ`ê li rojhilata parêzgeha Selahedînê li bakûra Iraqê destpê kirin.
-
Pêgîriya rayedarên Iraq û Urdinê li ser hevkariya cîhanî ya ji bo jinavbirina DAIŞ`ê
Tîrmeh 13, 2018 14:41Serokwezîrê Iraqê û wezîrê karên derve yê Urdinê, li 29`emîn Civîna Serokên Welatên Endamê NATO`yê li Brûksêlê, li ser pêwîstiya hevkariya welatên cîhanê ji bo jinavbirina tam a terorîstên DAIŞ`ê li navçê pêgîrî kirin.
-
Xwenîşandana berfireh ya ji ber rewşa aboriyê, Ebadî ber bi Besrê ve kişand
Tîrmeh 13, 2018 14:41Serokwezîrê Iraqê, piştî ku ji sefera bo Brûksêlê vegerya, ber bi parêzgeha Besrê ve çû ku niha xwenîşandaneka berfireh ji ber nerizamendiya li rewşa jiyana nebaş û nebûna xizmetên giştî têda birêve diçe.