-
Waşîngton bi dû serdestbûna li meydana gazê ya Al Anbarê ye
Kanûn 17, 2018 02:11Ajanseke nûçan a Iraqê ragihand ku Amerîka hewil dide bi girtina pêşîya peymangirêdana Bexdayê digel şirketeke koreyî, peymana vejîyandina meydana gazê ya Ukazê ku li rojavaya Al Anbarê ye bi şirketeke amerîkî ra girêde.
-
Serokkomarê Iraqê mafê welatêbûna xwe ya înglîz îbtal kir
Kanûn 16, 2018 15:51Nivîsgeha Serokkomariya Iarqê ragihand ku li gor qanûna bingehîn a Iraqê, serokomarê nû yê Iraqê mafê welatîbûna xwe ya ingilzî îbtal kir.
-
Operasyona serketî ya hêza hewayî ya artêşa Iraqê li dijî DAIŞê li axa Sûriyê
Kanûn 16, 2018 15:47Li encama êrişa hêza hewayî ya artêşa Iraqê ser kombûna serkirdeyên DAIŞ`ê li navça Sosê ya parêzgeha Dêrazorê li Sûriyê hejmarek ji endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê hatin kuştin.
-
Iraqê ji Tirkiyê xwest êrişên xwe rawestîne
Kanûn 16, 2018 13:33Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad ligel Serokê Parlementoya Tirkiyê Binali Yildirim civiya û jê daxwaz kir ku Artêşa Tirkiyê bombebaranên xwe yên ser axa Iraq û Herêma Kurdistanê bide sekinandin.
-
Lidarxistina civîna çaralî navbera Îran, Rûsiye, Iraq û Sûriyê li Bexdayê
Kanûn 16, 2018 13:17Çaremîn civîna salane ya guhartina lêzanînan navbera Îran, Rûsiye û Sûriyê li Bexdayê hat lidarxistin.
-
Qedrzaniya serokkomarê Iraqê ji Îranê li cejna serketina xelkê wî welatî li hemberî terorîstên DAIŞê
Kanûn 15, 2018 15:44Serokkomarê Iraqê li cejna salvegera serketina vî welatî li hemberî terorîstên DAIŞê, hema taybet ji siyaset û piştevaniyên Komara islamî ya Îranê ji xelkê Iraqê li sê sal şerê dijî terorîstên DAIŞê qedrzanî kir.
-
Iraqê balyozê Tirkîyê ji ber êrişên hewayî yên vê dawîyê vexwend
Kanûn 15, 2018 03:59Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku bi nîşana nerazîbûna li hemberî êrişên hewayî yên Tirkîyê ser baregehên PKK`ê li bakura Iraqê, sefîrê Tirkîyê vexwendîye.
-
Helbûsî: Êzdî pêkhateyeke giring a Iraqê ne û nayên paşguhkirin
Kanûn 14, 2018 14:44Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî piştî ku şeva derbasbûyî gihişte Hewlêrê, ji bo beşdariya li merasîma Cejna Rojî ya Kurdên Êzdî serdana perestgeha Lalişê kir.
-
Gorneka komkî li Şerqata Iraqê hate dîtin
Kanûn 14, 2018 14:09Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê, roja pêncşemiyê gorneka komkî ku meytên sivîlên ku bi destê Koma terorîst a DAIŞ`ê li bajaroka Şerqatê hatibûn kuştin têde bûn, peyda kirin.
-
Iraqî li ber parêzgariya Besrê xwenîşandan li dar xistin
Kanûn 14, 2018 13:47Xelkê Iraqê pîştî nîvroja îro li ber parêzgariya Besrê xwenîşandan li dar xistin û xwestin ku pirsgirêkên xizmetgihandin û tenahiyê li vê parêzgehê demlidest ji holê werin rakirin.