Gorneka komkî li Şerqata Iraqê hate dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299167-gorneka_komkî_li_Şerqata_iraqê_hate_dîtin
Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê, roja pêncşemiyê gorneka komkî ku meytên sivîlên ku bi destê Koma terorîst a DAIŞ`ê li bajaroka Şerqatê hatibûn kuştin têde bûn, peyda kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 14, 2018 14:09 Asia/Tehran
  • Gorneka komkî li Şerqata Iraqê hate dîtin

Hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê, roja pêncşemiyê gorneka komkî ku meytên sivîlên ku bi destê Koma terorîst a DAIŞ`ê li bajaroka Şerqatê hatibûn kuştin têde bûn, peyda kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê kanala nûçeyan a El Iraqiyê, Tîpa Heftan a gordanên Heşda Şeibî, ragihand: Meytên ku li vê gorna komkî hatine dîtin bi destê DAIŞ`ê hatine kuştin û ev gorna dema operasyona paqijkirina ewlehiyê ya Til Mencûrê ser bi bajaroka Şerqatê li parêzgeha Selahedînê hatiye dîtin.

Li gorî daxuyaniya Heşda Şeibî, hêzên ewlehiyê û aliyên têkildar bona nasîna meytan û girtina tivdîrên pêwîst hatine agehdarkirin.

Heşda Şeibî bi alîkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê, operasyona paqijkirinê ya bajarên azadbûyî yên ji destê DAIŞ`ê li Iraqê destpê kiriye.