-
Heşdi Şeibîyê opêrasyoneke berfire li Al Anbarê destpê kir
Tîrmeh 01, 2019 00:25Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê (Heşdi Şeibî) ji duh va opêrasyoneke berfire bi merema ramalîna rojavaya parêzgeha Al Anbarê ji têrorîstên DAIŞ`ê destpê kirin.
-
Ebdulmehdî daxwaza piştevaniya navneteweyî ji Iraqê kir
Hezîran 30, 2019 12:45Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi desteyek ji Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) re li Bexdayê daxwaza piştevaniya navneteweyî ya berfireh ji Iraqê piştî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê kir.
-
Rayedarê YNKê li Nonewayê: DAIŞ agir ber dide navçên curbicur li Iraqê
Hezîran 30, 2019 12:36Berpirsê teşkîlata Yeketiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li parêzgeha Nonewayê diyar kir ku fermandeyên koma terorîst a DAIŞê ferman dane endamên xwe ku çi ji destê wan tê bona şewitandina deverên curbicur ên Iraqê bikin.
-
Ji ber bombebarana Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê 52 parlemantarên Iraqî daxwaza civînê kirin
Hezîran 30, 2019 06:3752 parlemantarên Iraqê daxwaz dikin dosyeya bombebarana Artêşa Tirkiyê ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li civînekê were hilkolandin û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî di wê kombûna Parlemana Iraqê da amade bibe.
-
Berhem Salih: Yekîtiya gelê Iraqê jibo jinûve avedankirina vî welatî pêwîst e
Hezîran 29, 2019 12:01Serokomarê Iraqê tevî amajeya bi serhildana bîstem a vî welatî destnîşan kir: Serhildana mezin a Iraqê di wê qonaxa dijwar de, yekparçetî û yekîtiya gelê Iraqê nîşan da.
-
Polîsê Iraqê bi dehan kes di çarçova êrişa ser Balyozxana Behreynê girtin
Hezîran 28, 2019 08:43Wezîrê karên hundir ê Iraqê ragihand ku polîs û hêzên ewlehya vî welatî 54 kes di çarçova êrişa ser Balyozxana Behreynê li Bexdayê girtin.
-
150 welatiyên iraqî di zandanên Tirkiyê de ne
Hezîran 27, 2019 12:04Rêxistaina karûbarên koçber û penaberan a Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku 150 welatiyên Iraqê ku xebitîne ji riya Tirkiyê derbasî Ewropayê bibin li Tirkiyê hatine girtin û ketine zindanê.
-
Agirekî mezin bi kargeheka sulfurê li Mûsil ket
Hezîran 27, 2019 06:43Şeva borî li herêma Hemam Elîl ya Mûsilê agirekî mezin li kargeheka sulfurê (gogirdê) ket û agir berdewam dike û ji ber dûkela agir metirsî li ser jiyana hemwelatiyan heye.
-
Li Kerkûkê bombe teqîya, herîkêm 4 polîs hatin kuştinê
Hezîran 26, 2019 13:34Mêdyayên iraqî ragihandin ku di encama teqîna bombekê li nêzîkî şarî Kerkûkê da herîkêm 4 polîs hatin kuştinê.
-
Serokomarê Iraqê: Nabe welatê me bibe baregehek jibo êrişa ser Îranê
Hezîran 26, 2019 03:36Serokomarê Iraqê pêgirî kir ku Bexda naxwaze axa Iraqê jibo êrişa dijî cînarên vî welatî were bikaranînê.