Rayedarê YNKê li Nonewayê: DAIŞ agir ber dide navçên curbicur li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i305761-rayedarê_ynkê_li_nonewayê_daiŞ_agir_ber_dide_navçên_curbicur_li_iraqê
Berpirsê teşkîlata Yeketiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li parêzgeha Nonewayê diyar kir ku fermandeyên koma terorîst a DAIŞê ferman dane endamên xwe ku çi ji destê wan tê bona şewitandina deverên curbicur ên Iraqê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 30, 2019 12:36 Asia/Tehran
  • Rayedarê YNKê li Nonewayê: DAIŞ agir ber dide navçên curbicur li Iraqê

Berpirsê teşkîlata Yeketiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li parêzgeha Nonewayê diyar kir ku fermandeyên koma terorîst a DAIŞê ferman dane endamên xwe ku çi ji destê wan tê bona şewitandina deverên curbicur ên Iraqê bikin.

Li gor Kurdpressê: Xiyas Sûrçî li hevpeyvîna bi SNN re ragihand ku gef û talukeyên koma terorîst a DAIŞê li Iraqê bi taybet li du parêzgehên Nonewa û Kerkûkê zêde bûye û fermandeyên vê koma terorîst ferman dane endamên xwe ku çi ji destê wan tê bona şewitandina deverên curbicur ên Iraqê bikin.

Berpirsê teşkîlata Yeketiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê herwiha got:Heya niha hezaran donim ji zeviyên cotkaran li Kerkûk, Nonewa, Mexmûr û Germiyan hatine şewitandin û hasilên cotkariyê ji nav çûne.

Wî herwiha got agirberdana vê dawiyê ya kargeha gogerdê li nêzîkiya Mûsilê jî di çarçova vê fermana DAIŞê qewmiye û bi dehan kes bi jehra gogerdê ketin û ew şandin nexweşxanê.

Sûçî got ev kiryara DAIŞê heya niha bi milyonan dolar xisar gihandine Iraqê.