Ebdulmehdî daxwaza piştevaniya navneteweyî ji Iraqê kir
Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi desteyek ji Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) re li Bexdayê daxwaza piştevaniya navneteweyî ya berfireh ji Iraqê piştî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê kir.
Li gorî rapora Al Alamê, Adil Ebdulmehdî di vê hevdîtinê de got: Li gorî qeyranên kûr û pirsgirêkên mezin ku Iraq tûşî wan bûye, piştevaniya navneteweyî ji vî welatî jibo jinûve avedankirina navçeyên azadbûyî û ziyandîtî divê di asta berfireh da bin.
Mensûr Etîbî, nûnerê hertimî yê Kuweytê li NY ku niha serokatiya dewreyî ya Konseya Ewlehiyê jî girtiye ustiyê xwe jî di vê hevdîtinê de got: Koneya Ewlehiyê ji hewildanên Bexdayê jibo avedankirinê û pêngavên ku dewleta Iraqê di warê reforman de rakiriye, piştevaniyê dike.
Desteya fermî ya Konseya Ewlehiyê ya NY ku li ser vexwendina fermî ya dewleta Iraqê sefera Bexdayê kiriye, biryar e biçe Hewlêrê li bakurê Iraqê û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin bike.
Endamên vê desteyê di sefera xwe ya yekrojî bo Bexdayê tev Berhem Salihê serokomar, Mihemed Helbûsiyê serokparleman û çend kesên din ji serokên siyasî yên Iraqê re jî hevdîtin pêk anîn.