-
Wezareta Derve ya Iraqê bang li berpirsê sefaretxana Tirkiyê kir
May 04, 2021 00:49Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê, berpirsê karûbarên Sefaretxana Tirkiyê a li Bexdayê vexwend wezaretê. Wezareta derve ya Iraqê diyar kir ku ew binpêkirinên li ser xaka Iraqê û daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyê tu carî qebûl nakin.
-
Waliyê Felûceyê yê DAIŞê hat girtin
May 03, 2021 13:41Wezareta Istixbaratê ya Iraqê qala girtina Waliyê Felûceyê yê koma têrorîst a DAIŞê kir.
-
Amerîka: Em naxwazin hêzên xwe ji Iraqê vekişînin
Nîsan 30, 2021 15:01Fermandarê Serfermandariya Navendî ya Hêzên terorîst ên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie ragihand; niyeta Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Iraqê tune ye.
-
DAIŞê di derdora Kerkûkê de êrişî ser serbazên Iraqê kir û çend kes ji wan kuştin
Nîsan 30, 2021 14:19Terorîstên DAIŞê li du deverên parêzgeha Kerkûkê êrişî hêzên Iraqî kirin û çend serbaz û polîs kuştin.
-
Li parêzgaha Enbarê ya Iraqê di teqînê de du serbaz hatin kuştin
Nîsan 30, 2021 06:18Li parêzgeha Enbar ya rojavayê Iraqê di teqînekê de du serbazên Iraqî hatin kuştin.
-
Êrîşeka xwekujiyê li Kerkûkê hat têkbirin
Nîsan 29, 2021 13:20Rêveberiya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê qala têkçûna êrîşeke xwekujiyê li ser avahiya Rêveberiya ewlehiya neteweyî ya parêzgeha Kerkûkê li bajarê vî welatî kir.
-
Li Kerkûkê agir bi avahiyek bilind ket
Nîsan 26, 2021 07:01Şeva borî li agir bi wargeha Hay City ya bajarê Kerkûkê ket û ziyaneke mezin ê darayî derket holê. Lê ziyanên canî çênebû û berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya Kerkûkê jî derbarê şewatê de agahî dan.
-
Ji ber şewata li nexweşxana Bexdayê paytexta Iraqê herî kêm 82 kes mirin
Nîsan 26, 2021 06:08Li gorî agahiyan, di şewata ku şeva şeniyê li nexweşxana Ibin El-Xetîb a Covid-19 a li Bexdayê derketibû de, 82 kes mirin û 110 birîndar bûn.
-
Daxuyaniya Wezareta karên derve ya Iraqê derbarê sefera Zerîf bo Bexdayê
Nîsan 25, 2021 19:59Ehmed Sehaf, Daxuyaniya Wezareta karên derve ya Iraqê Yekşemiyê bi daxuyaniyekê tevî piştrastkirina sefera Muhemed Cewad Zerîf Wezîrê karên derve yê Îranê bo Bexdayê, got: Di vê seferê da pêwendiyên dualî û babetên eleqedar ên du welatan dê werin vekolandin.
-
Ji ber teqînekê li nexweşxaneya tûşbûyiyên Koronayê li Bexdayê 23 kes mirin
Nîsan 25, 2021 04:48Çavkaniyên dermanî li Iraqê ragihandin ku li dû teqîna kepsola oksîjenê li nexweşxaneya tûşbûyiyên Koronayê li Bexdayê, herîkêm 23 tûşbûyiyên Koronayê jiyana xwe ji dest dan.