-
Bi sê balafirên bêpîlot êrîş li ser balefirgeha Bexdayê pêkhat
Hezîran 10, 2021 05:48Grubên çekdar ên derveyî Qanûnê bi sê dron anku balefirên bê balefirvan ve êrîşî balefirgeha navnetewî ya Bexdayê kirin.
-
Kovara Forbes: Baregehên serbazî yên Amerîkayê li Iraqê di metirsiyê dene
Hezîran 10, 2021 04:36Kovara Forbes a Amerîkayê di raporekê de hişyarî daye ku baregehên serbazî yên Amerîkayê li Iraqê di metirsîyê de ne. Ji ber ku sîstema bergirî ya Amerîkayê nikar pêşiya balafirên bêpîlot bigirin.
-
Brîtanya û Iraqê belgenameya hevkariya stratejîk wajo kir
Hezîran 09, 2021 06:17Li dû sefera wezîrê derve yê Brîtanyayê bo Iraqê, belgenameya hevkariya sratejîk navbera du welatan hat wajokirin.
-
Wezîrê derve yê Brîtanyayê serdana Iraqê dike
Hezîran 08, 2021 11:20Wezîrê derve yê Brîtanyayê sibê serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike.
-
Fermandarê Heşdî Şebî Qasim Muslih hat azadkirin
Hezîran 08, 2021 06:26Fermandarê Heşdî Şebî li Enbarê Qasim Muslih piştî desteserkirina wî bi çend hefteyan bi biryara dadgehê bi bahaneya nebûna belgeya tawnbariyê hat azadkirin.
-
Goreke bikomî di navbera Xaneqîn û Kifrî de hat dîtin
Hezîran 07, 2021 08:02Goreke bikomî ya serdema rêjîma Beis a rûxandî di navbera Kifrî û Xaneqînê de hat dîtin.
-
Navendeke Hevpeymaniya amerîkî û binkeya Eyn Esed rastî êrişan hatin
Hezîran 06, 2021 09:30Navendeke dîplomasiyê ya Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo Dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê li Bexdayê hat mûşekbarankirin û li binkeya Eyn Esed jî du balafirên bêpîlot hatin xistin.
-
Amerîka: Êrişa li ser Mexmûrê tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî
Hezîran 06, 2021 05:09Balyoza Amerîkayê ya li NY’yê Lînda Thomas Greenfîeld der barê êrişên li ser Wargeha Penaberên Mexmûrê de got “Ev êriş tê wateya binpêkirina hiqûqên navneteweyî û mirovî. Ji ber van êrişan ez gelekî bi fikar im.”
-
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê: Êrîşa PKKê li ser Pêşmerge nayê qebûlkirin
Hezîran 06, 2021 04:23Wezareta Berevaniyê ya Iraqê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metînayê li qezaya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, her êrîşekê li ser hêza Pêşmerge red dike.
-
Êrîşa terorîstan sser taxa Tarimiyê li bakurê Bexdayê; herîkêm 9 kes hatin kuştin an birîndar bûn
Hezîran 05, 2021 05:15Êrîşa terorîstan sser taxa Tarimiyê li bakurê Bexdayê; herîkêm 9 kes hatin kuştin an birîndar bûn.