Bidawîhatina fermî ya erka leşkerî ya Hevpeymaniya Amerîkayê li Iraqê hate ragihandin
Pentagonê bi awayekî fermî bidawîhatina erka leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkirdetîya Amerîkayê li Iraqê ragihand.
Li gorî ragihandina Wezareta Şerr a Amerîkayê, operasyona bi navê Vîna Vebirr li Iraqê bi dawî hatiye û berpirsiyarîya dabînkirina ewlehiya vî welatî radestî hêzên iraqî hatiye kirin. Hevdem, hikûmeta Iraqê ragihandiye ku hêzên Amerîkayê dawîn baregehên xwe yên li navçeyên federal ên vî welatî, di nav da Eynul Esedê, terikandine. Ev alûgur di çarçova lihevkirina Bexda û Waşîngtonê ya di Îlona 2024an da pêk hatiye; lihevkirinek ku bidawîhatina erka leşkerî ya Hevpeymaniyê li Iraqê pêşbînî kiribû.
Iraqiyan derketina hêzên amerîkayî yên dagirker li Kolana Filistînê, li nêzikî Rêveberiya Medyayî ya Hêzên Heşdi Şeibiyê pîroz kirin.