Kuştina 2 terorîstên DAIŞ`î li Kerkûka Iraqê
Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê ragihand ku hêzên vê rêxistinê operasyoneke emnî ya taybet li parêzgehên Kerkûk u Silêmanîyê li dar xistin.
Li gorî daxûyanîya Rêxistina Dijeterorê ya Iraqê, ev opeerasyona li gorî fermana dadwerîyê û di çarçova hewlên berdewam ên emnî u lêzanînê ji bo şopandina terorîstên mayî yên DAIŞê hat lidarxistin.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku li navçeya Pirdê ya Kerkûkê 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. 3 terorîstên DAIŞê jî li parêzgeha Silêmanîyê hatin desteserkirin ku 2 ji wana nû gihîştibûn vê parêzgehê.
Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê tekez kir hêzên vê rêxistinê tam amade u serdest in û ev yeka sedema seqamgîrîyê ye u şopandina terorîstan li seranserî Iraqê di çarçova berevanîya ji ewlehîya gelê vî welatî da yê bidome.