Iraqê xwest boykotkirina geştên Îranê wî welatî negire ber xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i360552-iraqê_xwest_boykotkirina_geştên_Îranê_wî_welatî_negire_ber_xwe
Dewleta Iraqê ragihand ku bi awayekî rasterast bi Amerîkayê ra muzakirê dike ku hin balafirgehên vî welatî nekevin br boykotên Waşîngtonê yên têkildarî geştên esmanî yên Îranê.
(last modified 2026-09-26T14:55:05+00:00 )
Îlon 26, 2026 18:24 Asia/Tehran
  • Iraqê xwest boykotkirina geştên Îranê wî welatî negire ber xwe

Dewleta Iraqê ragihand ku bi awayekî rasterast bi Amerîkayê ra muzakirê dike ku hin balafirgehên vî welatî nekevin br boykotên Waşîngtonê yên têkildarî geştên esmanî yên Îranê.


Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxûyaqnîyekê da ragihand ku Bexdayê di gotubêjêa tev alîyê amerîkî da xwestîye hin balafirgehên Iraqê boykotên dijî geştên esmanî yên Îranê pêk neynin ta ku destpêkirina geştan li gorî têbînîyên mirovî pêkan be.

 Delweta Iraqê herwiah ragihand: Seredanên jibo dermankirin, xwendin, zîyaretkirina warên mezhebî u babetên sivîl ji wan hegeran in ku Bexdayê jibo destpêkirina geştên hanê hilêxistîye.

Hevgavê vê yekê Ekrem Ke`bî Sersekreterê tevgera Nuceba ya Iraqê xwest ku geştên di navbera Îran u Iraqê da bîn asayîkirin u hişyarî da neku yê gel jibo lidarxistina greva li balafirgehan vexwîne.

Mihemed Nacî Mihemed Serokê Polîtbîroya Rêxistina Bedir a Iraqê jî ev karê Amerîkayê şermezar kir u ragihand ku gelê Iraqê dê jibo derbasbûna ji dorpêça zalimane ya Amerîkayê dijî Îranê, rabe.