Rayedarê Iraqî: Piştî 30yê Îlonê yê ti binkeyeke bîyanîyan li Iraqê tinebe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i360544-rayedarê_iraqî_piştî_30yê_Îlonê_yê_ti_binkeyeke_bîyanîyan_li_iraqê_tinebe
Serokê Nivîsgeha Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê got: Piştî 30yê Îlonê yê ti hêzeke rezmê yan binkeya leşkerî ya bîyanîyan li Iraqê tinebe u binkeya Hevalbendîya navdewletî jî were daxistin.
(last modified 2026-09-26T14:49:00+00:00 )
Îlon 26, 2026 17:17 Asia/Tehran
  • Rayedarê Iraqî: Piştî 30yê Îlonê yê ti binkeyeke bîyanîyan li Iraqê tinebe

Serokê Nivîsgeha Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê got: Piştî 30yê Îlonê yê ti hêzeke rezmê yan binkeya leşkerî ya bîyanîyan li Iraqê tinebe u binkeya Hevalbendîya navdewletî jî were daxistin.

Serokê Nivîsgeha Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê got: Em dijî wê ne ku axa Iraqê ji bo êrişa ser welatên cînar were bikaranîn u piştî 30yê Îlonê ti hectek tinabe ku çek derveyî destê hikûmetê da hebin. 3 komên çekdar çek, xwofirr u mûşekên xwe radest kirine. Di vê mijarê da ciddîyet heye ku biryarên leşkerî ji hêla dewletê u Iraqê xwe va bên dayîn. Ti dilnigeranbûnek derbara ewlehîya welêt da tineye. Hin muzakire têkildarî valakirina Binkeya Beşîqê di 60 rojan da, li Istenbolê destpê bûne. Hêzên me yê kontrola tam a Çîyayên Şingalê bigirin destê xwe. Em avakirina binkeyên snorparêzîyê tev Tirkîyê hildikolînin.