Nûrî Malikî: Em destdirêjiya ser welatên din ji axa Iraqê qebûl nakin
Îlon 23, 2026 18:36 Asia/Tehran
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê tevî amajeya bi vê yekê ku Bexda dijî bikaranîna axa vî welatî di destdirêjiya ser welatên din da ye, destnîşan kir ku Bexda dixwaze ku ji qonaxa bidawîhatina hebûna hêzên biyanî sûd werbigire.
Nûrî Malikî got: Iraq pêvajoya yekalîkirina çekan di destê hikûmetê da, li gorî Qanûna bingehîn û di rêya parastina ewlehî û istiqrara welêt da, berdewam dike. Malikî destnîşan kir: Em dijî bikaranîna axa Iraqê ji bo destdirêjiya ser welatên din in û li benda encamên lêkolînên fermî ne. Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê tekez kir: Iraq dixwaze ku ji qonaxa bidawîhatina hebûna hêzên biyanî sûd werbigire û derbasî qonaxa berfirehkirina hevkarîyên aborî û sermayeguzarîyê bibe.