Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Gotûbêj rêçareya herî baş ji bo qeyranan e
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di hevdîtina bi balyozê Komara Îslamiya Îranê pêgîrî kir ku Rêçareyên aştiyane û gotûbêj bijareyên herî baş ji bo çareserkirina qeyranan in.
Wezareta karên Derve ya Iraqê di daxuyaniyekî de ragihand di hevdîtina Fuad Hisên, Wezîrê Karên Derve yê vî welatî bi Mihemedkazim Alê Sadiq, balyozê Komara Îslamiya Îranê li Bexdayê re, alûgorên herî dawîn ên têkildarî pêvajoya gotûbêjên ji bo sekinandina kêşeyan hatin hilkolandin û li ser girîngiya dewama hewldanên dîplomatîk ji bo bidestxistina rêçareyên aştiyane bi armanca kêmkirina kêşeyan û xurtkirina isriqrarê li li navçê, hat pêgîrîkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê pêgîrî kir: Rêçareyên aştiyane û gotûbêj bijareyên herî baş ji bo çareserkirina qeyranan in bi awayekî ku bibin sedema parastina ewlehiya welatên navçê û berjewendiyên gelên wan.
Di vê hevdîtinê de herwiha balyozê Komara Îslamiya Îranê peyama nivîskî ya Seyîd Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê radestî Fuad Hisên, hevtûşê wî yê iraqî kir.