Hikûmeta Iraqê: Hevpeymaniya Navnetweyî derxistina hêzên xwe ji Iraqê heta dawiya Îlonê, dilezîne
Tebax 18, 2026 15:53 Asia/Tehran
Berdevkê hikûmeta Iraqê ragihand ku hevpeymaniya navneteweyî di halê lezandina pêvajoya meydanî jibo bidawîhanîna erkdariya xwe li Iraqê heta dawiya Îlonê ye.
Heyder Ebûdî tekez kir ku mijara kontrolkirina çek û sîlehan ji aliyê hikûmetê ve, mijareke têkildarî serweriya Iraqê ye û ji aliyê biyaniyan ve nayê dîktekirin. Elî Zêydî Serokwezîrê Iraqê pêştir di axiftinekê de bal kişandibû ser vê yekê ku dawîbûna erkdariya hêzên hevpeymaniya navnetweyî bi serkirdetiya Amerîkayê, derfetên zav jibo Bexdayê pêk tîne ku jibo avedankirin, geşepêdan û geşatiya baorî hewildanê bikin, gotibû ku 30 Îlonê dawîn derfeta derketina hêzên hevpaymaniyê ji Iraqê ye.
Serepeyv