Keşf û zevtkirina 9 milyar dînar pere û zêr li malên rayedarê iraqî
Tebax 16, 2026 15:58 Asia/Tehran
Rêxistina rawestana li ber gendeliyê ya Iraqê derbarê keşfkirina pere û zêreke zav li çend malên Xalid Xezay Etiye, Cîgirê Wezîrê Karebayê yê Iraqê di karûbarên veguhestin û belavkirinê agahî da.
Di vê operasyonê de ku bi kikmê dadweriyê pêk hat milyardek û 175 milyon dînarê Iraqê, 5 milyon û 839 hezar dolarê Amaerîkayê û heft şêmş û gelek zêr hatin keşf û zevtkirin. Vî rayedarê iraqî pêştir bi tawana gendelî û derhata narewa hatibû desteserkirin û mal û heyîtiyên keşfbûyî jibo derbaskirina qonaxên qanûnî di destê dezgeha dadweriyê de ne.