Ekrem El Keibî: Berxwedan wê li hember talankirina çavkaniyên welêt bêdeng nemîne
Sersekreterê Tevgera Nuceba ya Iraqê dibêje Berxwedan wê li hember ya ku wek talankirina çavkaniyên welêt binav kir, bêdeng nemîne.
Ekrem El Keibî, bi rexneya ji siyasetên Amerîkayê li Iraqê got: Armanca sereke ya Waşîngtonê, serdestiya li ser çavkanî û samanên vî welatî ye. Wî xwest ku nifta Iraqê ji bin ya ku wek sergêriya û serdestiya Amerîkayê bi nav kir re derkeve û pêgîrî kir ku derhatên niftê divê di destê hikûmeta Bexdayê de bin. Hevgavê viya Ebû Ala El Welayî, sersekreterê Tabûrên Seyid Ul Şohedayê ragihand ku bersiva li hember êrişên Amerîkayê û Erebistanê hîna jî di destûrxebata Berxwedana Îslamî ya Iraqê de ye; Herçend dem, qas û cûreya vê bersiva hîna nehatiye kivşkirin. Di encama êrişên vê dawiyê yên Amerîka û Erebistanê ser pêgehên Heşdi Şeibiyê li Iraqê de, herîkêm 20 kes hatine kuştin û 32 kes jî birîndar bûne.