Rayedarên payebilind ên iraqî himber renc û êşên jinên Xezzeyê bertek nîşan dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i355507-rayedarên_payebilind_ên_iraqî_himber_renc_û_êşên_jinên_xezzeyê_bertek_nîşan_dan
Serokwezîr, Serokomar û Serokê Parlimana Iraqê di merasimekê da li Bexdayê amajeyî kiryarên Rejîma Sîyonîst ên dijî jinên Xezzeyê kirin û ji ber nekarabûna civaka cihanî di sekinandina cinayetên Tel Avîvê da rexne kirin.
(last modified 2025-07-26T13:17:34+00:00 )
Tîrmeh 26, 2025 16:20 Asia/Tehran

Serokwezîr, Serokomar û Serokê Parlimana Iraqê di merasimekê da li Bexdayê amajeyî kiryarên Rejîma Sîyonîst ên dijî jinên Xezzeyê kirin û ji ber nekarabûna civaka cihanî di sekinandina cinayetên Tel Avîvê da rexne kirin.

Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê di hivdehemîn merasima salane ya bi boneya destpêka meha Seferê ser navê ``roja islamî ya sekinîna himber şîdeta dijî jinan`` li Bexdayê hat lidarxistin, bal kişand ser êş û rencên jinan li Xezzeyê û got: Em amajeyî êş û rencên jinên li Xezzeyê dorpêç bûne dikin ku li ber cinayetên dijemirovî yên herî giran ji wan birsîtîyê ne û civaka navdewletî erka xwwe ya exlaqî û qanûnî derbara wan da pêk nayne.

Ebdulletîf Reşîd Serokomarê Iraqê jî di vê merasimê da amajeyî qirrkirina rojane ya gelê Filistînê u cinayetên himber vî gelî kir û got: Qirrkirina rojane ya gelê Filistînê û cinayetên hibmerî vî gelî nemaze himber jinnê filistînî nîşaneyeke aşkira ya sîyaseta cihêrengî û durûtîyê ye.

Mehmûd Meşhedanî Serokê Parlimana Iraqê jî di vê merasimê da got: Silav li jinên Xezzeyê û em bi wan şanazîyê dikin ku hemî pûçbûna durişmên rêxistin û dezgehên ser bi sîyonîzma cîhanî aşkira krin. Kesên ku bi durişmên derheq mafên jinan guhên me kerr kirin û nika riswabûna wan aşkria bûye.

Emmar Hekîm Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî di vê merasimmê da ji Rêxistina Hevkarîya Islamî û Yekitîya Ereban xwest ku rola dîrokî û berpirsane ya xwe pêk bînin û himber destdirêjîyên berdewam ên Rejîma Sîyonîst, helwesteke xurt û kêrhatî nîşan bidin.