Serokomarê Iraqê: Hevgirtina herêmê pêwîst e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354713-serokomarê_iraqê_hevgirtina_herêmê_pêwîst_e
Serokomarê Iraqê pêgirî ser pêwîstîya hevgirtina herêmî di vê rewşa hestyar da kir û got: Lidarxistina civîna serokên ereb di rewşa nika ya navçeyê da zef pêwîst e.
(last modified 2025-05-17T11:26:08+00:00 )
May 17, 2025 15:44 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê: Hevgirtina herêmê pêwîst e

Serokomarê Iraqê pêgirî ser pêwîstîya hevgirtina herêmî di vê rewşa hestyar da kir û got: Lidarxistina civîna serokên ereb di rewşa nika ya navçeyê da zef pêwîst e.

Ebdulletîf Reşîd Serokomarê Iraqê got: Em hewcedarê hevgirtina welatên ereb û hevgirtina herêmî ji bo misogerkirina ewlehî û istiqrarê ne û hertim ji bo sekinandina şerê li Xezzeyê û deverên din ên Fiilstînê hewil didin û divê ku ji bo rêçareyeke berfire têkildarî kêşeya Filistînê ku maf  û berjewendîyên gelê Filistînê garantî bike, hewil bidin.

Serokomarê Iraqê herwiha amajeyî rewşa qeyranî ya welatên fenanî Libnan, Yemen, Sûdan û Sûrîyê kir û got: Herêma me ji hêla aborê va dewlemend e ku têra jîyaneke rehet û bêminet a gelê herêmê dike, lê mixabin diravekî giran ji bo şer û pevçûnan tê xerckirin.