Pêgirîya serokên ereb ser pêwîstîya sekinandina jînosayda li Xezzeyê
Dewra 34an a Civîna Serokên Welatên Ereb bi amadebûna çend Serokomar û rêvebirên ereb bi mijara dosîya Sûrîyê, pevçûnên navçeyî û jînosayda li Xezzeyê li şarê Bexdayê dest pê bû.
Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê di destpêka Civîna Serokên Ereb da got: Gelê ereb çaverêyê pêngavên piratîkî û rastbînane ne. Wî hişyarî da ku cinayetên rejîma Israyîlê himber filistînîyan dibin sedema pevçûn û şîdetê û tişta li Xezzeyê diiqewime, jînosaydek e ku di dîrokê da neqewimîye.
Serokwezîrê Iraqê herwiha pêgirî ser piştgirîya welatê xwe ji muzakireyên Îran û Amerîkayê kir.
Ehmed Ebû Xeyt Sersekreterê Yekitîya Ereban jî di vê civînê da derheq pirsgirêkên ciddî yên pêşberî cîhana ereban da hişyarî da û pêgirî kir ku herêm bûye gorîya zêdexwazî, pozbilindî û destwerdanên bîyanîyan. Wî herwiha got ku meseleya Filistînê hela jî meseleya sereke ya ereban e û qirrkirina zarok û sivîlên filistînî ber çavên dinyayê idî bûye babeteke asayî.
Ebdulfetah Sîsî Serokomarê Misrê jî di vê civînê da got ku welatê wî dil heye demlidest bi dû pêkhatina agirbesê li Xezzeyê, konfiranseke navdewletî ji bo jinûveavakirina Zîvala Xezzeyê li dar bixe. Wî herwiha got ku ji ber şerê sîyonîstan dijî Zîvala Xezzeyê her tiş li vê navçeyê ji nav çûye û nêzî 2 milyon kes aware û derbider bûne.
Mehmûd Ebbas Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê jî di civîna serokên ereb da li bexdayê pêgirî kir ku gelê Filistînê pêrgî qonaxa herî bitaluke di dîroka têkoşîna xwe da bûye, ji ber ku cinayetên cengê û jînosayda li Xezzeyê beşeke planeke kolonîyalîstî ye ku armanca wê lawazkirina her hêvîyeke derheq damezirandina welatekî serbixwe yê filistînî ye.
Antonîyo gotereş Sersekreterê NY jî di civîna Bexdayê da got: Cezakirina komkî ya gelê Xezzeyê qet nayê qebûlkirin. Wî pêgirî kir ku em dijî her cure awarekirina gelê Xezzeyê çi li vê herêmê çi jî li derveyî wê ne.