Nerazîtiya Hevpeymaniya Fetih a Iraqê li himberî sefera Colanî bo Bexdayê
Nîsan 21, 2025 17:34 Asia/Tehran
Hevpeymaniya Fetih a Iraqî bertek nîşanî sefera Serokê Tehrîr El Şamê bo Bexdayê da ku xwe weke serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê bi nav kiriye.
Hevalbendiya Fetih a Iraqê ragihand: Colanî serkirdeyê HTŞ`ê ku xwe bi serokê demkî yê Sûriyê bi nav kiriye, terorîstekî naskirî ye ku piştî endametiya nav rêxistina terorîstî ya El-Qaîdê, hevalbendiya xwe bi vê rêxistinê re ragihand, destên wî bi xwîna Iraqiyan lewitîne.
Hevpeymaniya Fetih a Iraqê ragihand ku vexwendina Colanî ji bo sefera Bexdayê ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve, pêla hêrsbûna raya giştî bi taybetî di nav malbatên şehîdan de pêk aniye.
Vê hevalbendiyê ragihand ku ger Colanî sefera Bexdayê bike dê gelek daxûyanî bo xwenîşandan û çalakiyên protestoyî bên ragehandin.