Nîsan 21, 2025 17:14 Asia/Tehran
  • Destpêbûna operasyona Heşdi Şebî li Çiyayê Hemrînê, 2 veşartgehên DAIŞ`ê hatin keşfkirin

Hêzên Heşdi Şeibî, artêş û polîsê Iraqê îro dest bi operasyoneke berfireh a ewlehiyê li çiyayê Hemrînê li bakurê rojhilatê navçeya El-Ezîm ê parêzgeha Diyalê kirin.

Talib El-Mûsewî, Fermandê operasyona Diyalê got: Ev operasyon bi beşdariya berfireh a hêzên êrişkar, hêzên polîs û leşkerên 1 û 23 yên Iraqê dest pê kir.

Wî her wiha got: Hêzên beşdarê vê  operasyonê destpêkê ji kempa Ayişe, devera Încana û piştre ji gundên Buterîmîş û Um El-Hewalî dê bimeşin. Operasyonên Hêzên Heşdi Şeibî û artêşa Iraqê bona dabînkirina ewlehî û aramiya welatiyên Iraqê ne.

Serepeyv