Êrîşa çekdarî li ser konsulxaneya Iraqê li Stenbolê
Adar 22, 2025 17:04 Asia/Tehran
Wezareta karên derve ya Iraqê basa êrişa kesên nenas bo ser navenda dîplomatîk a vî welatî li bajarê Stenbol ê Tirkiyê kir.
Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand: Şeva Îniyê, 2 motorsiklêtvanên nenas ku kelaşnîkof hilgirtibûn, 8 gulle avêtin avahiya konsulxaneya Iraqê û ji cihê bûyerê reviyan. Di vê êrîşê de dîplomat û parêzvan zirar nedîtin. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rêya ku diçe konsulxaneya Iraqê girêdan û ji bo dîtina berpirsên vê êrişê dest bi lêkolînan kirin.