Adar 11, 2025 18:57 Asia/Tehran
  • Şaxevan Ebdullah: Em qet cezakirina mûçexwaran qebûl nakin

Cîgirê serokê Parlimana Iraqê ragihand: Em bi ti awayî rê nadin miaşê karmendên Herêma Kurdistana Iraqê paşda bikeve û pêwîst e serokwezîrê Iraqê bo me zelal bike ka kî dixweze karmendên me ceza bike.

Şaxevan Ebdullah ragihandiye wezareta darayî ya Iraqê di dawiya her mehê de, tenêji bo paşxistina xerckirina miaşê karmendên Herêma Kurdistana Iraqê, hin behaneyan tîne û hin agahiyên nû yên miaşwergiran  dixweze di halekî da ku hemû agahiyên pêwîst ji aliyê wezareta darayî û aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ve hatine raberkirin.

 

Cîgirê serokê Parlimana Iraqê li bara helwêsta Mihemed Şiya Sûdanî, serokwezîrê Iraqê li ser xercnekirina miaşê karmendên Herêma Kurdistana Iraqê got: Rast e ku Sûdanî gotiye miaş wê bên şandin, lê divê ev jî di vî warî de helwêstên zelaltir bigire ber xwe.

Serepeyv