Adar 10, 2025 15:01 Asia/Tehran
  • Operasyona dijî paşmahiyên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedîn a Iraqê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê destpêkirina operasiyona hêzên iraqî dijî paşmayiyên endamên terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedîn a vî welatî agahî dan.

Çavkaniyekeke ewlehiyê ya Îraqî ragihand: Hêzên ewlehiyê yên Îraqê ji çendîn mêhweran operasiyona  lêgerîna DAIŞ`ê li deverên çiyayî  û zewî zarên  li rojavaya mêhwera Bêycî li parêzgeha Selahedînê destpê kirine.

Ev operasyon di çarçoveya stratejiya dabînkirina ewlehiya bajar û gundên rizgarkirî ji destê DAIŞ`ê û herwiha lêgerîna zeviyên çandiniyê ji bo peydakirina her cure  teqemeniyên terorîstên DAIŞ`ê ye.

Paşmahiyên DAIŞ`ê li veşartgehên ku li deverên çiyayî  ji wan li navçeyên  Geliyê Zeqîtûnê , Wadî El-Şayî, Çiyayên Yunis û Geliyê Hûran de ne, xwe veşartine.

Serepeyv