Adar 09, 2025 19:59 Asia/Tehran
  • Sekinandina gaza Îranê bo Iraqê wê bibe karesatek

Serokê komîsyona darayî ya Meclisa Iraqê, got: Sekinandina şandina gazê ji Îranê wê dûhatên bikaresat bi taybet di demsala Hawînê de ji bo xelkê Iraqê hebe.

Etwan Etwanî, gotiye ji ber nebûna dewsgirek ji bo gaza Îranê, wê bibe sedema têkçûna şebekeya elekterîka Iraqê. Elî Seidûn El Lamî, endamê Komîteya Nift û Gazê ya Meclisa Iraqê jî pêgîrî kiriye ku Iraq nika bona berdewamkirina çalakiya hêzgehên xwe ti dewsgirek ji bo gaza Îranê tine û palpiştiya vî welatî li gaza navxweyî hewcetî li du salan demê heye.

Hikûmeta Tiramp duh muafbûna ku îznê dida Iraqê ku bona dabînkirina elekterîkê perê kirrîna gazê bide Îranê, wekî pişkek ji kempêyna zexta herî zêde ya dijî Îranê, îbtal kiriye.

Serepeyv