Parlamenterê Iraqî: Nifşê nû yê DAIŞê metirsîdartir in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i353594-parlamenterê_iraqî_nifşê_nû_yê_daiŞê_metirsîdartir_in
Yek ji nunerên parêzgeha Neynewayê li parlemana Iraqê derbarê metirsiya kampa El-Cede'ê jibo ewlehî û aramiya vê parêzgehê got: nifşa nû ya koma têrorîst a DAIŞ`ê ji nifşa berê gelek metirsîdartir e.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 01, 2025 13:32 Asia/Tehran
  • Parlamenterê Iraqî: Nifşê nû yê DAIŞê metirsîdartir in

Yek ji nunerên parêzgeha Neynewayê li parlemana Iraqê derbarê metirsiya kampa El-Cede'ê jibo ewlehî û aramiya vê parêzgehê got: nifşa nû ya koma têrorîst a DAIŞ`ê ji nifşa berê gelek metirsîdartir e.

Mehma Xelîl, Nûnerê parêzgeha Neynewayê li parlemana Iraqê " derbarê  metirsiya kampa "El-Cedie jibo ewlehiya û aramiya parêzgehê ji ber hebûna çekdarên DAIŞê li wê derê û nifşê nû yê vê  komê bi tundî hişyarî da  û got: Efûya giştî û vegera serkirdeyên DAIŞê ji Sûriyê, bi taybetî ji zindana Guyranê bo Iraqê û herwiha rewşa ne aram li bakurê rojhilatê Sûriyê û vegera malbatên terorîstên DAIŞê bo Iraqê, hemû gefeke mezin li dijî  ewlehî û aramiya Iraqê ne.

Mehma Xelîl  diyar kir: Nifşê duyem ê terorîstên DAIŞê ji hêla bîrdozî, tundrewî û cinayetkarbûnê  ve ji nifşê berê gelekî metirsîdartir e.