Iraq ji ber endamên DAIŞê yên li axa Sûrîyê dilnigeran e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i353424-iraq_ji_ber_endamên_daiŞê_yên_li_axa_sûrîyê_dilnigeran_e
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ragihand ku welatê wî ji ber çalakîyên endamên DAIŞê li axa Sûrîyê dilnigeran e.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 16, 2025 16:20 Asia/Tehran
  • Iraq ji ber endamên DAIŞê yên li axa Sûrîyê dilnigeran e

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ragihand ku welatê wî ji ber çalakîyên endamên DAIŞê li axa Sûrîyê dilnigeran e.

Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê pêgirî kir ku dewleta vî welatî derheq liv û tevgerên endamên DAIŞê li axa Sûrîyê dilnigeran e. Wî di hevdîtina tev Canatan Pawil Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Serokwezîrê Ingilîsê da got ku Bexdayê hin fukar derheq terorîstên di zîndanên HSD da heye.

Fuad Hisên herwiha got: Iraqê wergirtina komeke terorîstên ku welatîyê iraqî ne dest pê kirîye û ew veguhestîye girtîgehê. Wî herwiha got: Divê demajoya sîyasî li Sûrîyê hemî çîn û qatên gelê vî welatî bigire ber xwe.