Çêkirina meqerên nû yên Heşda Şeibî li nêzî sînorên Sûriyê
Sibat 03, 2025 18:01 Asia/Tehran
Hêzên Heşda Şeibî tedbîrên xwe yên ewlehiyê li ser sînorên hevpar bi Sûriyê re dişidînin da ku pêşiya derbasbûna terorîstan bigirin.
Mehmdû El-Eyfan, yek ji efserên ewlehiyê yê Iraqê yê ser bi Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê ragihand ku evê hêzê 5 meqerên nû û baregehên ewlehiyê yên nû li sînorê bi Sûriyê re çêdikin.
Wî her wiha got: Hêzên Heşda Şeibî van baregehên ewlehiyê ji bo parastina navçeyên sînorî yên bi Sûriyê re li rojavayê parêzgeha Enbarê çê dikin da ku valahiyên ewlehiyê li navçeyê ji nav herin.
El-Eyfan her wiha got: Armanca çêkirina van meqeran ew e ku li navçeyên nêzî sînorên hevpar ên bi Sûriyê bi cih bibin û pêşiya derbasbûna terorîstan bo nav axa Iraqê bê girtin.