bûdceya 2025`an a Iraqê hat pejirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i353207-bûdceya_2025_an_a_iraqê_hat_pejirandin
Parlimana Iraqê bi para zêde ya dengan, çaksaziya qanûna bûdceya giştî ya fêdêral û xala 12`an a taybet bi şandina nifta Herêma Kurdistana Iraqê pejirand.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 02, 2025 12:50 Asia/Tehran
  • bûdceya 2025`an a Iraqê hat pejirandin

Parlimana Iraqê bi para zêde ya dengan, çaksaziya qanûna bûdceya giştî ya fêdêral û xala 12`an a taybet bi şandina nifta Herêma Kurdistana Iraqê pejirand.

Doktor Piryar Reşîd, parlimanterê Kurd li Bexdayê got: Me nika deng da çaksaziya yekem a qanûna bûdceya giştî ya Iraqê û got: Anegorî vê qanûnê wê hinardekirna nifta Herêmê bi rêya Somoyê destpê bike. Wî ev yeka jî aşkera kir ku bihaya derxistin û tiranzîta her bermîlekê, 16 Dolar bû 60 rojan hatiye diyarkirin.

Doktor Piryar amajeyî vê yekî jî kir ku aliyê rawêjkar ê navnetewî ê taybet di mideha 60 rojan da wê bihaya derhênan û veguhestina bermîleka niftê di her meydaneka niftê da bi awayeka cida diyar bike.