Kuştina 3 terorîstan li çola Enbar a Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i353054-kuştina_3_terorîstan_li_çola_enbar_a_iraqê
Beşa Emnî ya Dezgeha Ragihndinê ya artêşa Iraqê derbarê kuştina sê terorîstan ji wan fermandeyekî wan ê giring di encama operasyoneke hevpar a taybet de li çola Enbarê agahî da.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 22, 2025 14:06 Asia/Tehran
  • Kuştina 3 terorîstan li çola Enbar a Iraqê

Beşa Emnî ya Dezgeha Ragihndinê ya artêşa Iraqê derbarê kuştina sê terorîstan ji wan fermandeyekî wan ê giring di encama operasyoneke hevpar a taybet de li çola Enbarê agahî da.

Fermandehiya Operasyona Hevpar a Iraqê - Medya ewlehiyê ya vî welatî  îro derbarê pêkanîna operasiyoneke taybet a ewlehiyê li çola Enbarê û kuştina 3 terorîstan ji wan fermandeyekî girîng agahî da. Vê fermandariyê di daxuyaniya xwe de ragihand piştî şopandinên meydanî û lêkolînên berfireh di hefteyekê da, bi plandarêştin û çavdêriya tam a Fermandehiya Operasyonên Hevpar û Fermandehiya Hêza Bejahî ya artêşê, kemîneke giran ji aliyê hêzên hevpar ên tîçiqa 18 ya beşa pêncan a Artêşa Iraqê û Hêzên Heşda Şeibî li Enbarê hat danîn ku vê sibê di encamê de  3 terorîst ji wan fermandeyekî  pilebilind hatin kuştin.

Her wiha di operasyona li kûrahiya çola Enbarê de 2 tirimpêlên terorîstan hatin îmhakirin. Li gorî vê daxûyanîyê terorîstên hatin kuştin, di halê istandina dirêv ji şivanan bi hincetên curbicur da bûn.