Serokomarê Iraqê: Em derbara Sûrîyê da bêalî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352791-serokomarê_iraqê_em_derbara_sûrîyê_da_bêalî_ne
Serokomarê Iraqê got ku em pabendê vê yekê ne ku pêwîst e axa Iraqê ji bo destdirêjîya ser welatên cînar neyê bikaranîn.
(last modified 2025-01-04T11:00:15+00:00 )
Çile 04, 2025 14:08 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê: Em derbara Sûrîyê da bêalî ne

Serokomarê Iraqê got ku em pabendê vê yekê ne ku pêwîst e axa Iraqê ji bo destdirêjîya ser welatên cînar neyê bikaranîn.

Ebdulletîf Reşîd Serokomarê Iraqê got: Iraqê ji destpêka alûgurên Sûrîyê va sîyaseta bêalîbûnê da  ber xwe û pişta ti alî yan komekê negirt.

Wî herwiha got: Em pêgirîyê ser piştgirîya ji gelê Sûrîyê û avakirina nijyara demokiratîk a dadmendane l ivî welatî ya bi pişkdarîya hemî alîyan dikin.

Ebdulletîf Reşîd herwiha got: Em herwiha piştgirîyê didin mafê birayên xwe yên fiilstînî ku ji jîyaneke ewleh û welatekî serbixwe sûdmend bibin. 

Serokomarê Iraqê herwiha piştgirî da gelê Libnanê û hêvî kir ku ew gela ji vê rewşa dijwar û zehmet derbas bibe.