Kanûn 06, 2024 20:10 Asia/Tehran

Fuad Hisên, wezîrê karên derve yê Iraqê, pêşwaziya Besam Sebax, wezîrê karên derve yê Sûriyê û Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê kir û li gorî gotina rayedarên iraqî armanca sereke ya vê civîna sêalî, rewşa Sûriyê ye.

Wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê li Bexdayê bi wezîrê karên derve yê Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Mêhwera sereke ya van gotûbêjan, hilkolandina rewşa Sûriyê û asoyên navçê bû. Sibeha roja Înî, 6`ê Kanûna 2024`an, Besam Sebax, wezîrê karên derve yê Sûriyê, derbasî wezareta karên derve ya Iraqê bû û doktor Fuad Hisên, wezîrê karên derve yê Iraqê, pêşwaziya wî kir. Van her du rayedaran hevdîtinên dualî pêk anîn. Li gorî nûçeyên medyayan Îran, Iraq û Sûriye dixwazin rê li dubarebûna rewşa ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatiye çêkirin, bigrin; Rewşek ku hem bandor li Sûriyê û hem jî li Iraqê kiriye. Li gorî pisporan, komên têrorîst ên li hundirê Sûriyê bi alîkariya Amerîka, Rejîma Siyonîst û hin welatên navçê dixwazin Sûriyê vegerînin rewşa berê. 

Wezîrê karên derve yê Îranê, Seyîd Ebas Iraqçî jî îro li hevdîtina tev Fûad Hisên li wezareta karên derve ya Iraqê, amajeyî rewşa Sûriyê kir û pêgîrî kir ku rewşa taybet a Sûriyê şêwirîna li ser wê yekê pêwîst kiriye. Seyîd Ebas Iraqçî civîna sêalî ya li gel hevtayên xwe yên sûrî û iraqî wek derfetek da zanîn ku van her sê welatên cîran bi hev re hevfikriyê bikin û pêşiya li pêkanîna qeyrana terorîstan li navçeyê bigirin. Iraqçî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku rewşa deverê bi taybetî li Sûriyê gelek hestyar e û ev yek jî bûye sedema pêwîstiya şêwirîn û hemahengiya di navbera tevahiya welatên pêwendîdar de. Di nav welatên navçê de, Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê nîgeraniya herî zêde ji pêşhatên Sûriyê nîşan dane û bi zelalî çalakirina komên têrorîst li Sûriyê û têkbirina aramiya vî welatê girîng a li mêhwera berxwedanê li gorî berjewendiyên hevpar ên Amerîka û Rejîma Siyonîst nirxandin.

Serepeyv