Piştgiriya Serokkomarê Iraqê ji ewlehiya li Sûriyê
Kanûn 02, 2024 18:57 Asia/Tehran
Serokkomarê Iraqê piştgirî da damezrandina aramî û ewlehiya li Sûriyê û ser amadetiya Bexdayê bona her cure alîkariya ji Sûriyê re tekez kir.
Ebdulletîf Reşîd got: Em ser pêwîstiya pêkanîna ewlehî û aramiya li Sûriyê tekez dikin û em amade ne jibo parastina aramiya navçê her cure alîkarî û piştgiriyan pêşkêş bikin.
Serokkomarê Iraqê tekez kir: Em ser pêwîstiya pêkanîna aramî û ewlehiya navçeyê û her wiha hewildana jibo girtina pêşiya pevçûna li Sûriyê tekez dikin.
Pêncşemiya derbasbûyî endamên ser bi Rêxistina Terorîstî ya Heyet Tehrîr Ul-Şamê êrişkeke berfireh kirin ser gund û navçeyên xelknişîn ên parêzgehên Heleb û Idliba Sûriyê û her wiha navendên leşkerî.