Şêwirîna cîgirê wezîrê karên derve ligel Serokê Meclisa Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352305-Şêwirîna_cîgirê_wezîrê_karên_derve_ligel_serokê_meclisa_iraqê
Wehîd Celalzade, alîkarê karûbarê konsulxane, karûbarên parliman û îraniyan yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li sefera xwe ya bo Bexdayê bi Mehmûd El Meşhedanî, serokê Meclisa Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
(last modified 2024-11-28T12:13:23+00:00 )
Tesrîn 28, 2024 15:31 Asia/Tehran
  • Şêwirîna cîgirê wezîrê karên derve ligel Serokê Meclisa Iraqê

Wehîd Celalzade, alîkarê karûbarê konsulxane, karûbarên parliman û îraniyan yê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li sefera xwe ya bo Bexdayê bi Mehmûd El Meşhedanî, serokê Meclisa Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Di vê hevdîtinê de, peywendiyên dualî yên Iraq û Komara Îslamî ya Îranê, rêyên hevkariyê di warên qanûnî û dîplomatîk de û aktîvkirina peymanên hevkariyê di navbera komîteyên hevpar ên her du welatan da, bi taybet li karûbarên parlimanî û konsulî hatin gotûbêjkirin. Her du alî tekezî li ser giringiya hevkarî û hevahengiya hevbeş bo rûbirûbûna kêşeyên navçeyî û navdewletî û pêşdebirina ewlehî û aramiyê bi awayekî ku xizmeta gelên herêmê bike, kirin.

Di vê hevdîtinê de, Kerîm Elîwî El Mihemedawî, serokê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Meclisa Iraqê jî beşdar bû.