Tekeziya rayedarê ewlehiyê yê Iraqê ser dijberiya li himber destdirêjiya ser welatên navçê ji qasa esmanî ya vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i352059-tekeziya_rayedarê_ewlehiyê_yê_iraqê_ser_dijberiya_li_himber_destdirêjiya_ser_welatên_navçê_ji_qasa_esmanî_ya_vî_welatî
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê ser dijberiya tund a Bexdayê li himber bikaranîna qada esmanî ya vî welatî bo destdirêjiya ser welatên navçê tekez kir.
(last modified 2024-11-09T11:40:27+00:00 )
Tesrîn 09, 2024 15:08 Asia/Tehran
  • Tekeziya rayedarê ewlehiyê yê Iraqê ser dijberiya li himber destdirêjiya ser welatên navçê ji qasa esmanî ya vî welatî

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê ser dijberiya tund a Bexdayê li himber bikaranîna qada esmanî ya vî welatî bo destdirêjiya ser welatên navçê tekez kir.

Qasim Erecî, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê roja şemiyê di hevdîtina  li gel serdar Mecîd  Qolîpûr,  misteşarê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê tekezî ser helêwsta Iraqê bona dijberiya li himber bikaranîna esmanê vî welatî ji bo êrişa ser welatên cîran û navçeyê kir.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê û misteşarê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê her wiha  ser rêyên xurtkirina ewlehî û aramiya Îran û Iraqê û aktîvkirina  rêketina jibo kontrolkirina sînoran û dewama hevkariyên di warên  rawestana li ber terorîzm û qaçaxê gotûbêj kirin. Li nav welatên ereb ên navçeya rojava Asiyayê de , Iraq xwediyê nêzîkatiyên herî zêde yên çandî û mezhebî bi Îranê re ye.