Êrişa bi xwefiran a Berxwedana Iraqê ser pêgehên Rejîma Siyonîst
Cotmeh 27, 2024 17:48 Asia/Tehran
Berxwedana Îslamî ya Iraqê basa êrişa bi xwefiran a ser armanceka girîng a Rejîma Siyonîst li Gulana Dagirkirî kir.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê serê sibeha îro di daxuyaniyekî da basa êrişa bi xwefiran a ser armanceka girîng a Rejîam Siyonîst li Gulana Dagirkirî kiribû.
Berxwedana Îslamî ya Iraqê, di çend mehên buhurî da armancên hestyar û girîng li navçeyên curbicur ên Filistînê ji wan li Bendera Eylat, Gulan û Geliyê Urdinê kiribû hedef. Vê komê berî nika jî û di operasiyona buhurî da pêhişyarî dabû Têlavîvê ku eger êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê û Libnanê bidomin, wê operasiyona xwe ya dijî pêgehên vê rejîmê girantir bike.