Tîrmeh 24, 2024 20:26 Asia/Tehran

Çavkanîyên emnî yên Iraqê ragihandin ku hêzên iraqî li ser sînorê vî welatî û Sûrîyê ji bo sekinîna himberî 470 têrorîstên DAIŞê ku dil hene derbasî wî welatî bibin, di rewşa amadebaşîyê da ne.

Çavkanîyên leşkerî di fermandetîya operasyonê ya artêşa Iraqê da ku li mêhwera Nêynewa- Hesekê li bakur-rojavaya Iraqê çalak e, gotin ku hêzên emnî û leşkerî yên Iraqê ji berbanga duşemê va li gorî vê pêşbînîyê ku diqewime hejmarek terorêstên DAIŞ`ê ji Sûrîyê derbasî axa weî welatî bibin, di rewşa amadebaşîya emnî da ne.

Li gorî gotina wan çavkanîyana, ev kara piştî wê hat kirin ku HSD zêde ji 1500 kes ji kesên di girtîgehên xwe da, ji wan hejmarek welatîyên iraqî azad kirin.

Çvkanîyên hanê herwiha ragihandin ku HSD ew kesana ku di zîndanên li 30 kîlometrîya sînorê Sûrîye u Iraqê dihatin xweyîkirin, di çarçova biryara xwe ya ``efûkirina girtîyan`` bi nav dike, azad kirin. 

Serepeyv