Hezîran 14, 2024 07:59 Asia/Tehran
  • Êrişa berxwedana Iraqê bi xwefiran ser baregeheke hêza hewayî ya Îsraîlê

Berxwedana Îslamî ya Iraqê vê sibê bi daxuyaniyekê ragihand ku baregeheke hêza hewayî ya Îsraîlê bi xwefiran daye ber êrişan.

 

Eilam Ul Herîbî ya koma berxwedanê ya Iraqê( Beşa ragihandina nûçeyên şêr) di daxuyaniyekê de ragihand, ku  bi en dxwefiran baregeha Ramat Dêyvîd daye ber êrişan. 

Koma berxwedana Iraqê teqez kir: Em têkbirina  baregehên dijminê dagirker ê siyonîst berdewam dikin.Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku ev operasyon  di çarçoveya alîkariya bo xelkê Xezeyê û dayîna bersiva jînosayda siyonîstan li dijî sivîlan cih tê.Vê komê pêştir  û li operasiyonên derbasbûyî de hişyarî dabû ku ger Rejîma Siyonîstî êrişên xwe ser zîvala Xezeyê bidomîne, dê operasiyonên xwe li dijî çeperên vê rejîmê tundtir bike.

 

Serepeyv