Adar 28, 2024 10:07 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Divê Wezareta Niftê ya Iraqê bi hikûmeta herêmê re rêketineke demkî hebe

Wezîrê Karn Derve yê Iraqê got pêwîst e Wezareta niftê ya Iraqê bi hikûmeta herêmê re bigihê rêketineke demkî ji bo destpêkirina hinartina niftê.

Fuad Husêyn daxwaza çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi guhertina yasaya bûdceyê kir, lê di heman demê de amaje bi wê yekê jî kir, ku niha ji ber pirsgirêkên navxweyî yên parlemana Iraqê, pêkanîna guhertinên di qanûna bûdceyê de piştî wêdebirina serokê parlemanê pir aloz bûye. Fuad Husêyn got: Heta yasaya bûdceyê were sererastkirin, divê em çareseriyeke din peyda bikin da ku Wezareta iftê ya Iraqê bi Herêma Kurdistanê re bigihe rêketineke demkî.Gotinên Wezîrê Derve yê Iraqê di halkeî de ye, ku salek ser rawestandina hinartina nifta Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Cêyhan a Tirkiyê re derbas dibe, piştî ku Dadgeha Navdewletî  ya dadweriyê li Parîsê biryarek ji bo hikûmeta Iraqê derxistibû.

 

Serepeyv