Sibat 10, 2024 16:24 Asia/Tehran
  • Daxwaza dubare ya parlemnaterên Iraqê jibo derxistina leşkerên amerîkî

Zêdetirî 100 parlemanterên Iraqê di nameyekê de ji bo serokê parlemana vî welatî, daxwaza lidarxistina civîneke awarte ji bo pejirandina qanûna nû ya derketina hêzên leşkerî yên biyanî ji welatê wan kirin.

 Ev parlemnaterên iraqî, bi îmzakirina vê nameyê, daxwaza pesendkirina yasaya nû û aktîvkirina biryara berê ya saziya qanûndanînê ya Iraqê derbarê derketina hêzên leşkerî yên biyanî ji vî welatî kirin.

Ev kiryar piştî êrişên dubare û berdewam ên  leşkerên Amerîkayê ser rêxistina Heşda Şeibî û fermandarên wê cih hat ku ya herî dawî jî kuştina Ebû-Baqir El-Saidî yek ji fermandarên vê rêxistinê bû.

Serokê Parlemana Îraqê  wek berteka li himber vê kiryarê, derbarê lidarxistina civîneke awarte ya parlemana Iraqê bo lêkolîna li ser êrişên berdewam û binpêkirinên  serweriya serweriya neteweyî ya Îraqê ji aliyê artêşa Amerîkayê ve agahî dabû.

Pêştir parlemana  nuneran a Iraqê li  5ê Çileya 2020-an de pêşnumayek pesend kir ku tê hikûmet erkdar dikir ku daxwaza alîkariyên ewlehiyê ji  hêzên hevpeymaniya navdewletî betal bike.

Serepeyv