Sibat 10, 2024 08:56 Asia/Tehran
  • Êrişa ser meqerên Rejîma Siyonîst ji aliyê berxwedana Îslamî ya Iraqê ve

Berxwedana Îslamî ya Iraqê li daxûyaniyekê de derbarê êrişa ser çeperên Rejîma Siyonîst li peravên Behra Mirî li Filistîna dagirbûyî agahî da.

Di daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê de hatiye:Têkoşerên Berxwedana Îslamî ya Iraqê di berdewamiya stratejiya berxwedanê ya li hemberî hêzên dagirker û li berteka li hemberî komkujiya xelkê  ji aliyê Rejîma Siyonîst li Xezayê , armancên hestyar li peravên Behra Mirî li Filistîna dagirbûyî dan ber êrişan.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê  di dawiya daxûyanya xwe de li ser berdewamiya êrişên xwe yên li dijî dijminan teqez kir.

Her wiha çavkaniyên nûçeyan şeva Îniyê behsa êrişa bi mûşekan ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê li derdora meydana gazê ya Konîko li rojhilatê Sûriyê kirin û li gor vê raporê 3 mûşek ber bi navenda leşkerî ya Amerîkayê ve hatin avêtin.

Bi destpêbûna şerê Rejîma Siyonîstî ser Xezeyê  û bombebarana bêrawestan a navçên xelk lê rûdinên û  cihê  perwerdeyî û pizîşkî yên vê navçê ji aliyê firokeyên  Rejîma Siyonîstî, her yek ji komên  berxwedana islamî yên navçê,  erkele bona piştgiriya xelkê mezlûm ê Xezeyê dane istûyê xwe.

Serepeyv