Îlon 25, 2023 16:11 Asia/Tehran
  • Wêdebirina dolar ji danûstandinên navxweyî yên Iraqê

Serokê Banka Navendî ya Iraqê ragihand, ku ji sala tê ve, ev welata dê hemû danûstandinên xwe yên bazirganî yên navxweyî dewsa dolar bi dînarê Iraqê dê cih bîne.

 

 

Elî Elaq,Serokê Banka Navendî ya Iraqê got: Sala tê emê danûstandinên bazirganî yên navxweyî bi dînar cih bînin.

El-Elaq amaje bi pêngavên Banka Navendî ya vî welatî bona  kontrolkirina zama aborî  kir û got: Derbasbûna zêdetir a bazirganan nav kanalên fermî yên veguhestinê û raberkirina dolar bi buhaya 1320 dînarî, bûye sedem asta buhayan bê kontrolkirina û  asta zamê jî dakeve.

El-Elaq got: Banka Navendî ya Iraqê sala  tê dê pêşiya  danûstandina bi pereyên biyanî bigre û karûbarê veguhestina pereyên biyanî dê bispêre bankên xwedî cewaz li vî welatî.

Serokê Banka Navendî ya Iraqê herwiha diyar kir: Ev kiryar piştî rêketina Banka Navendî ya Iraqê û Banka Federal a Amerîkayê  cih hat, wek welatên din ên cîhanê ku bankên  wa ên navendî  karê cîbicîkirinê nakin û bi tenê  çavdêrî û kontrolkirina van karana dikin. 

 

Serepeyv